Eğitim-Sen ve Kurdi-Der'den anadil yürüyüşü
Eğitim-Sen ve Kurdi-Der Hakkari Şubesi tarafından ortaklaşa olarak anadil yürüyüşü ve basın açıklanması düzenlendi.
Gele Me Yê Hêja
Kaçmaz,Dewleta Tirk di polîtîkayên herî xetereyên înkar, îmha û bişaftine de israr dike. Ev polîtikayên dij bi mirovahiyê ku dewleta Tirk a mêtînger li Kurdistanê dimeşîne, polîtîkayên qirkirina çandî û mirovahiye ne. Yek nişaneya van politikayan ewe ku Zarokên Kurd hêj nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Cara yekeme ku Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li Gever, Amed û Cizîrê bi derfetên xwe dibistanên xwe rû kurdî vekir, xwest zarokên xwe bizimanê xwe yê dayikê perwerde bike.
Lê dewleta mêtînger hikûmeta AKP'ê li hemberî van dibistanan bi êrişên faşist bersiv da û pêşî Dibistana Ferzad Kemanger ya li navçeya Amed Rezanê. Piştre Dibistana Dayika Uveyş a li Geverê û Dibistana Bêrîvan a li Cizîrê hatin morkirin. Ev nêzîkbûn ne bi pîvanên gerdûnî û ne jî li gorî çu qanûnên mirovahiyê didin pêş nayê qebul kirin.
Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo hemû gelan ku kurd jî di navde mafê herî xwezayî ye. İnkarkirina vî mafi înkarkirina mirovahiyê, înkarkirina gelê kurd e û ev yek nayê qebûlkirin. Êrîşên li hemberî dibistanên kurdî baş dide xwiyakirin ku gotinên hukûmeta AKPê yên di derbarê inkar û asimîlasyonê detenê gotinin. Herçend bixazin kurdan bixapînin jî ev yek ne mimkun e.
Jiber ku êrêşên AKPê weke hatiye gotin Ev êrîş êrîşeke ji rêzê nîn e. Êrîşek li hemberî mafê perwerdeya zimanê dayikê ya zarokên gelekî ye, ku mafê herî xwezayî ye. Ev yek êrîşa li hemberî hebûn û pêşeroja gelekî ye. Vê êrîşê xwe ranegirtina hikûmeta AKP'ê ya li hemberî xwe îfadekirina gelê kurd, nîşan daye.
Careke din raxistiye pêş çavan ku mejiyê mêtînger hêjjî berdewam dike û tê xwestin li hemberî zarok û civaka kurd bi biryardarî bê meşandin. Bi vê êrîşê re xwestine pêşeroja zarokên kurd, pêşeroja hebûna neteweyî ya kurdan tarî bikin. Ev êrîş pêkanîneke qirkirinê ya hikûmeta AKP'ê li hemberî hebûna neteweyî ya kurdan e. Qirkirin jî sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.Gele kurd vê bi çu hicetan qebul nake û di vê gelên rojhilata navîn jî vê yekê qebul nekin.
EV êrîş derdixe holê ku gotinên hikumeta AKPê yên mîna çareserî, biratî hwd.tenê di gotinê de mane. Rayedarên hikûmeta AKP'ê ku hema hema her roj behsa çareseri ya pirsgirêka Kurd, aştî û biratiyê dikin, bi fermana Waliyên bajêrên navborî deriyê dibistanên perwerdeya Kurdî kilît dikin. Ev êrîşê durûtî û helwesta sextekar a AKP'ê ya li pêşberî gelê Kurd nîşan dide, careke din raxistiye pêş çavan.
Li ser bingeha xwedî derketina lizimanê dayikê,de em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşa li dijî dibistanên Kurdî, xwedî li dibistanên xwe derkevin, wan bi parêzin.û em bang li dewleta tirk û hikumeta AKPê dikin ku xala 42. Ya makeqanûnê bi lezgînî biguherînin da ku zarokên kurd jî weke zarokên hemû gelan bi ziman û nasnemeya xwe azad bijîn.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.